Xwedî derketina Efrînê  xwedî derketina hebûnê ye

Dilar NISEYBîN

  • 27 Nisan 2018

Dayîka Fewziye salên dûr û dirêj di nav kar û xebatên Kurdayetî de cih digire û zarokê xwe jî di vê oxirê de dide. Bi xwe ji Rojavayê Kurdistan ê, bajarê Efrînê ye. Ew bi welatparêzî û dildariya xwe a ji têkoşînê tê nasîn. Dayîka Fewziye pirsên me yên di derbarê jiyan, DAYIKA FEWZI 2serpêhatî û rewşa dawî a li Rojavayê Kurdistanê de bersivandin.

Dayîka Fewziye hûn dikarin hinekê behsa xwe bikin û xwe bi xwendevanên me bidin nasîn?

Ez ji Rojavayê Kurdistanê, bajarê Efrînê me. Me tevgera azadiyê berê ku Rêber Ocelan nas bikin, dinasî û di derheqê wan de em xwedî agahî bûn. Lê, a rast ka rêxistinek çawan e, xwedî kar û xebatek bi çî rengî ye, me ev yek zêde nedizanî. Karek me a birêxistinkirî tunebû. Lêbelê piştî naskirina me a bi Rêbertiyê re rewş guherî û Rêber Apo xwe gihan gel, bi taybetî jî xwe gihand xwendekar an.

We tevgera azadiyê kengê nas kir?

Di sala 1992´an de Rêbertiyê xwest li Helebê bi malbatên şehîdan re bê gel hev. Dema ku Rêber Apo xwest me bibîne, ez pirr bi kelecan bûm, min digot ku ger ez bibînim ezê yekser li ser hişê xwe de biçim. Em di hundir de rûniştibûn û yek ser Rêbertî ket salonê û got roj baş hevalno, em bi ketina Rêbertî a hundir de yek ser rabûn ser bêyan lê, Wî ji me xwest ku em rûnên û yek ser got,´ez naxwazim hûn li pêşberê min rabin.´

Ji xwe berê sala 1992´an, min Rêber Apo li Libnanê di şahiya Newroz û carekê jî di pîrozbahiya 15 Tebaxê de dîtibû. Di her du hevdîtinên me yên ewil de jî ji bo me civîn lidarxist û axivî. Ji xwe lawê min jî li wê derê bû, min jê pirsî ka wê vegera cihê xwe an na, wî jî da zanîn ku li ku pêdivî hebe ewê biçe wê derê. Lawê min Fewzî, ango Munzur piştî heft mehan şûnde diçe qada welat. Min jê pirsî ka çima navê xwe kiriye Munzur, wî jî got ku roj wê bê tuyê bizanî ka Munzur tê çi wateyê, ka geliyê Zîlan çiye û lê çi qewimiye. Gotinên wî ji bo min pirr ecêb bûn, min xwe bi xwe digot ka ew ji min re çi dibêje, mebesta wî ji wan gotinan çiye.

Berê ku ez Rêber Apo bibînim, di sala 1984´an de heval Cemal hat mala me. Min ji lawê xwe pirsî ka ev kes kî ye, got hevalê min e. Hîn ji wê demê de lawê min bi hevalan re kar dikir, karê cephe. Ji xwe piştî sal, sal û nîvekê çû qampa perwerdehiyê. Me çi dikir ku bê mal, cil û bergên xwe bîne û em jê re bişon, nedihat. Heta me ew dezgirtî jî kir, lê dîsan jî nehat û tu caran jî bi vê yekê nefikirî. Piştî perwerdeyê hat mal û li wêderê de, di dawiya sala 1990´î de derbasî welat bû û di sala 1991´an de jî şehîd ket.

Tişta ku herê zêde hûn jê bandor dibûn, çibû? 

Di civîna li Helebê de ku em malbatên şehîdan kom bibûn, Rêbertî dixwest rewşa me bizanibe û ji ber vê jî yek û yek pirsa me dikir, di derheqê rewşa me de agahî digirt. Rêbertî li wê derê got ku îro ev civîna dehan e ku lidardixe; pirsî ka eDAYIKA FEWZI 1m razî ne an na. Di rojekê de deh civîn, vaye ev rastiya Rêbertiyê bû! Di bin şert û mercên herê bi zehmet, şikenceya dewleta Esad de her cûre derfet avadikir û heya yekê şevê li ser pêyan dima û civîn lidar dixistin. Em bi rastiya Rêberek wiha re rû bi rû bûn. Piştî ku Rêbertî bi berfirehî axivî, kesekê pirs kir û got; ´Rêberê min, gelo wê Kurdistan kengê ava bibe.´ Rêbertî ew bersivan û got, te gotina diya min anî bîra min: “Rojekê dema ku ez ji dibistanê zivirîm malê, diya min pirsî û got ka bêje Ebdulah ez ji bo te xwarinê çi çêbikim. Min jî xwest ku giya çêbike. Dema ku diya min giya paqij dikir, di nav de hin pelên zer û giyayek din jî tavêt ku min nezanî ka çiye. Dema ku min jê pirsî ka çima wê şînkahiyê di nav giyayê din de tavêje, got lawo ev dijmin e, ger ez di nav de paqij nekim wê me bikuje, pelên zer jî mirov in xirabin û zirarê didin.”

Dovre xwest nêrîna jinan jî bizanibe, ji xwe em nêzî panzdeh, bîst jin jî di civînê de amade bûn. Min yek ser bersiv da û got ku em dixwazin sala bê li Botanê bin, li wê derê civîna xwe lidarbixin. Ji min re got ku ji min pirs nekin, vê yekê berê her tiştekê ji xwe, ji kar û xebatê xwe pirs bikin. Got ku ew tiştekê nizane û bersiv di me xwe de weşartiye. Rêber Apo got ku artêşek dijmin li pey e û yan wê wî bigirin, yan jî bikujin, lê a girîng ew e ku em baş kar bikin û ne Kurdê berê bin. Hertim digot; ´Kurdistan bê xwedî ye, xwedî li Kurdistanê derkevin, xwedî li xwe derbikevin.´ Ji xwe dema ku Rêber Apo bi qomloyek navnetewî hat girtin, her kesekî wisa dizanî ku Kurd û Kurdistan xilas, lê tişta ku nedizanîn ew bû ku felsefe û ramanên Rêbertiyê têra jiyan û xwe ji nû de avakirina Kurd hebû.

Ez piştî şehadeta lawê xwe bi şûnde yek ser ketim nav kar û xebatê rêxistinê de. Min li gelek cihên cûda yên Heleb ê yên wek Şêx Mexsûd, Eşrefiyê, Heyderiyê û gelek cihê din kar kir. Me xwe baş birêxistin dikir, perwerde didît, bi taybetî li ser rewşa jin û pirsgirêka jinê a azadiyê me xwe perwerde dikir, pêş dixist.

Birêz Ocalan li Rojavayê Kurdistanê ked û xebatek a giranbûha da meşandin, di encama ewqas xebat û felsefeya azadiyê de îro li wêderê şoreşek tê birêve birin, pergalek nû tê birêxistin kirin, hûn vê yekê çawa dibînin? 

Berê her tiştekê hewceye em nêrîn û felsefeya Rêber Apo ji bîr nekin. Û qasî ji dest me tê em Rêbertiyê bixwînin û fêm bikin. Ji ber vê, ez pirê caran rexne li ciwanan digirim û dibêjim bixwînin û bi me jî bidin nasîn û fêm kirin. Ciwanên niha bê perwerdene, xwe birêxistin nakin. Rêbertiyê girîngî bi perwerdeyê dida û yê ku şaş nêzî perwerdeyê bibe, ez li dijî me. Rêbertiyê xebatek komple dimeşand, mal bi mal, kes bi kes birêxistin dikir. Pirsgirêkên malbatî bigire heya eşîrî, her cûre pirsgirêk heya ku çareser nekiriba dest jê bernedida.

Me bi roj û şev kar dikir. Carnan em tevahiya rojê birçî diman, lê me digot me xwariye. Ji ber ku ji bo me a girîng kar û xebat bû, çiqa xebat baş baya, birêxistin kirî ba, ewqas em jî baş dibûn. Ev jî encama şêweyê kar û xebata Rêbertiyê bû ku em jê fêr bûn ku îro li tevahiya Rojava jî ji nû de şînber dibe. Ev felsefeye ku îro rê li jiyaneke nû a ku hemû gelan û baweriyan digihîne gel hev e; azadiya jinê navenda kar û xebatên xwe dizane.

Ez dixwazim hikûmeta Başûr jî rexne bikim. Wan jî bi salan şer kir, şehîd dan, lê di qalibekê de man û nekarîn xwe bibohirin. Ji guherîn û veguherînê re girtî man. Nekarîn ji pêdiviyên gel re bibin bersiv. Pêş neketin; Rêbertiyê her tim digot pêş bikevin, dijminek li hemberî we heye û ligor wê xwe pêş xînin, birêxistin bikin. Lê, ew di vê mijarê de pirr lewaz man. Ji bo ku em bikarin xwe hîn baştir birêxistin bikin, pergala li Bakurê Surî jiyanî bikin, berê her tiştekê hewce bi bawerî û yek girtina gelê Kurd heye.

Hûn êrîşên li ser Efrînê çawa dinirxînin? 

Hewceye em Kurd bi giştî dest bidin yek û li hemberî faşîzma Tirk, dagirkerên axa Kurdistanê bibin yek beden. Ez dixwazim li vir bizivirim rojên berê û ji we re qala tiştekê bikim: Bavê du şehîdan ku du lawên wî jî li Entabê girtî bûn, bikim. Ew ji bo dîtina lawên xwe diçe Entabê û li wê derê ji bo bala gel bikşîne ser rewşa Kurd an bang li gel dike û ji wan re qala serpêhatiyek xwe dike û dibêje; “rojekê dema ku min ga diçêran, min dît ga serê xwe xist bin axê û hey dinale. Ez ecêp mayî mam û yek ser çûm cem mezinek gund û min rewş jê re vekir. Ew bimin re hat û dema ku rewş dît ecêp mayî ma. Dovre ji min re got ku berê wê bi bîst salan li vir gur ketiye nav ga yan û dixwe. Ga hestiyên li wêderê dîtibûn û ji ber wê wiha pê hatibû, nediravestî. Mêze bikin, heywanek jî nikare li hemberî hovîtiyê li ber xwe bide. Piştî bîst salan hestiyan bêhn dike û hîs dike. Başe mirov çawa dikarin komkujiyan bîr bikin. Emê çawa qirkirin û komkujiyên bi serê gelê Kurd de hatine bikarin ji bîr bikin. Em hewceye qirkirinên geliyê Zîlan, Helebçe, Dersim, Roboskî, Şengal û niha jî vaye Efrîn bi komkujiyê re rû bi rû ye, ji bîr nebin.

Li Efrînê îro gel bi komkujiyê re rû bi rû ye û bajar tê bombebaran kirin. Îro tevahiya cîhanê bi bêdengiya xwe carekedin li gel komkujiya dewleta faşîst a Tirk cih girtî ye û bûye hevkarê sûcên dijmirovî. Hûn  bexwedana gelê Efrînê, bi taybetî jî bêdengiya cîhanê çawa dinirxînin? 

22585447913_5578fa0cba_oGelê Efrînê wê tu caran axa xwe neterikîne. Ew gelek e ku xwedî raman û felsefeya Apoyî ye. Bila Erdogan, hemû hêzên faşîst û dagirker hilpetin, lê heya ew jinên berxwedêr mabin, wê rê nedin dagirkeran. Îro Efrîn birîndar e û yê ku wan birînan dîsan bipêçe jî em bixwe ne. Em ji bîr nebin ku encax em bi hêz û vîna xwe dikarin ser pêya rabivestin û bîrînên xwe bipêçin. Encax bi vîn û berxwedana xwe emê bikarin guhê cîhana ku îro rola sê meymûnan dilîze biqelişînin û wan neçarê axaftinê bikin. Hewceye em dengê berxwedana xwe bigihînin Efrîn ê. Îro berxwedana gelê me yê Ewrûpa yê pirr girîng e û pêvîste bigihe her deverekê.

Ji bo wê jî ez dibêjim ey gelê me yê Ewrûpa yê, berxwe bidin û dengê Efrînê bibihîsîn. Vaye Efrîn bang dike û ji her demê zêdetir hûn lazime li gel têkoşîna gelê xwe ref girê bidin. Efrîn dinale, dibê em birîndarin, wê demê bibihîse vî dengî û tu jî dengê xwe bi dengê Efrînê re bike yek. Zarokên me li ber çavên me tên kuştin, mal û warê me tê wêran kirin. Ev dem ne ew deme ku em di malên xwe de rûnên. Ji bo ku em bêdengiya cihanê bişkênin, hewce bi dengek hîn bilind heye. Yê ku îro li mala xwe rûnê û tiştekê neke, ew ne Kurd e. A girîng ev e ku em îro xwedî li Efrînê derkevin, dema sibê hat avakirin ne hewce bi xwedî derketinê ye. Ger Efrîna avakirî ya te be, wê demê niha xwedî li xwe derkeve.

Efrîn ya şehîda ye. Efrîn ya zarokên ku di nav xwînê de bi nale nalê ketine ye. Efrîn ya berxwedêran e. Tevahiya cîhanê dibîne, mafê mirov an, lê her kes bêdeng e. Dinyayê îro çavê xwe ji qirkirina Kurdê azad re girtiye, wê demê xwedî xwe derkevin. Di hundirê Efrînê de her kes a dikeve ser milê wî/wê dike. Dayîkên bi temen mezin xwarinê çêdikin. Ji bîr nebin ku îro bi vê bêdengiya xwe dijminê herê mezin ji bo gelê Kurd Ewrûpa ye.

 

PaylaşShare on FacebookShare on Google+Tweet about this on TwitterEmail this to someoneDigg thisShare on RedditShare on TumblrShare on LinkedInPrint this page