Têkoşîna hevpar dikare dawî li faşîzmê bîne

Tuğba HEZER

  • 12 Temmuz 2018

‘Hilbijartin tucara nebû sedema hebûn û tunebûna me. Hilbijartinên 24 Hezîranê jî ji bo200618-batman-miting-devam2 me ne sedema hebûn û tunebûnê ye. Lê, ev hilbijartin sedema hebûn û tunebûna dîktatoriya faşîst bû.’ Min di tevahiya civînên ji bo hilbijartinê ku li Ewrûpayê bi gel re dihat lidarxistin, binê vê hevokê xîz dikir. Encam jî wisa bû. Dîktatoriya faşîst dema ku Tirkiye ber bi hilbijartina 24 Hezîranê ku bi pirsgirêka hebûn û tunebûnê we girê dida, dibir; ‘karê xwe xist saxlemiyê’ û wisa birêve bir. Gelên li Tirkiyê di hilbijartina 7 Hezîrana 2015’an û vir ve şahidî ji feraseta netew-dewleta satatukoparêz a heyî û her wiha şahidî ji dîktatoriya faşîst a ku bi senteza Tirk- Îslamê hatî strandin ku her roja diçe zêdetir difikire ka çawa xwe bi sazî dike, kir. Helbet li tu welatî dîktatorî hema wisa ji xwe da destê xwe nahejîne û nayê. Ji xwe rewşa Tirkiyê bi têgihiştina dewlet û rêveberiya xwe a heyî ji tiştek wiha re guncaw bû. Nebesiya muxalifeta li Tirkiyê yan jî valatiya rê jê re vedikir ev pêvajo hîn zêdetir bi lez dikir.

Dema faşîzma ku bi lez xwe di qada perwerde bigire heya akademî, ji pergala hiqûq bigire heya dadgerî, ji medya bigire heya ekonomiyê, hema bêje xwe di her cihekê de bi sazî kir, li hemberî wî hêzeke têkoşînê ya berfireh a bera demokrasiyê nehat avakirin. Li hemberî faşîzma ku xwe li ser dijminahiya Kurd, netewperestiyê birêxistin dike, derveyê HDP’ê, piştgiriya partiyên din yên siyasî girt û vê yekê karê wî hîn hêsantir kir. Wisa kirin ku di destpêkê de hevserokên HDP’ê û bi hezaran endamên wan, di bin navê ‘li dijî destûra bingehîn tevgerîn’ hatin girtin û ev pêvajo jî di meclîsê de, bi hemû partiyên siyasî û bi awayek dij destûra bingehîn, bi guhertina hin qanûnan pêk hat.

Şerek her alî a tune kirinê

23-06-18-van-HDP-secim-miting1Piştî hilbijartinên 7 Hezîrana 2015’an şûn de, pêvajoya çareseriyê ku yegane mifta demokratîkbûna Tirkiyê bû, hat bidawî kirin û li dijî Kurdan plana têkbirinê xistin devrê. Êrîşên dij mirovahiyê, qirkirin, koçberî û tade ku di tu demên dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin, hat jîn. Li gel van polîtîkayên ku li hember gelê Kurd bikar tanîn, operasyonên ji holê rakirina HDP’ê jî hat destpêkirin. Rakirina mefê destnedanê, girtina parlementer, hevserok û bi hezaran endaman û desteser kirina saziyên Kurd an. Ev êrîş ne tenê li dijî HDP’ê û gelê Kurd, belku li hemberî demokratîkbûna Tirkiyê pêk dihat. Lêbelê nexwestin ku wiha bê fêm kirin. Erdogan û tifaqa faşîst ku avakiribû, li ser dijminahiya Kurd gav bi gav çembera faşîzmê berfireh kir. Ji ber ku êrîş ne tenê bi êrîşên li hemberî Kurd an û HDP’ê bi sînor ma. Hemû hêzên demokratîk, saziyên kedê, azadiya ragihandinê, azadiya raman, azadiya akademî, perwerde, jin, malbat, azadiya bawerî, meclîs, daraz, bûn deriyên ku faşîzma ber bi sazîbûnê we diçû lê dixist û dema venedibûn jî dişkand.

Şer xwestin bû qanûn, lêbelê daxwaza aştiyê jî wek sûç hat dîtin. Grev, çalakiyên demokratîk hatin qedexe kirin, heta bi Kurdî fîtik lêxistin jî hat qedexe kirin. Bihêle ku ji partiyeke din bî û Erdogan rexne bikî, heta hevalên wî jî dema ku rexne lê digirtin, xayîn dihatin îlan kirin. Aboriya welat ber bi jêr bû û yên ku ew yek tanî ziman, cîgirê serokê aboriyê jî ji vê yekê nesîbê xwe digirt. Tirkiye veguherandin xirabeyê. Tenê yek welatê cîran dost nemaye, artêşa qatil û tecawuzkaran wek bira îlan kirin, bi aboriya şer û xêzaniyê civak hat feqîr kirin û bê karî zêde bû, dowîz bi awayekî ku pêşî lê neyê girtin, qeyrana heyî kûrtir kir.

Li hemberî qeyrana civakî, siyasî û aborî a li Tirkiyê, li şona pêşxistina demokrasî, aboriya civakî, azadî, edalet ê, tenê bi gotinên ji hev cihê dike, vediqetîne û nefretê kûr dike, ket rê. Lê, li gel van hemûyan jî nekarî civaka ku îtaet dike, avabike. Li bajarên Kurdan ku qirkirina fîzîkî, siyasî û çandî lê pêk anîn, sekna di referandom û Newrozê de, di 8 Adarê de, li rexmê çewisandin û zordestiyê bi mîlyonan jin daketin qadan û lidarxistina kongreyên HDP’ê bi

beştariya bi dehezaran kesî/ê, dîsan nerazîbûna gelek kesên ku dengê xwe dabûn wan a li dijî bê karî û xêzaniyê, hêrsa bi mîlyonan a li dijî vê rewşa heyî vê rastiyê radixe ber çav an. Welat xist nav qeyranek aborî a kûr ku ne pêkane wiha, bi vê rewşa heyî bê birêve birin.

Hilbijartinek di bên siya rewşa awarte de

070618-izmir-kadin-secim-buro-acilis3Hilbijartin, li derveyê tifaqa Cumhur a faşîst ya di navbera Erdogan û Bahçelî de, ji bo tevahiya partiyên muxalifetê hilbijartinek ne wekhev, bê edalet û ne demokratîk bû ku di nav şert û mercên rewşa awarte de pêk dihat. Lê, partiya ku herê zêde bi zûr û zehmetiyan re rû bi rû ma jî HDP bû. Ji ber ku namzetê HDP’ê yê Serok Komariyê di girtîgehê de bû, nedikarî xwe bigihîne hilbijêrên xwe, parlementer û bi hezaran endamên xwe girtî, ambargoyek mezin a ragihandinê re rû bi rû bû, li bajarên Kurdistanê ku gelemperiya hilbijêrên xwe lê bûn, her cûre zilm û zûrî hebû, êrîş, hîle dihatin jîn, hema bêje her roj endamên xwe dihatin bin çav kirin û girtin.

Li gel van hemû tiştan, li derveyê tifaqên hatibûn çêkirin, yekane partiya ku benda %10 ya hilbijartinê li pêşiyê dihat danîn HDP bû. Mafê wekhev yê hilbijartinê ji destê Demîrtaş hat girtin û ji ber vê jî neçar ma di girtîgehê de kampanyaya xwe a hilbijartinê birêve bibe. Ji bo Erdogan erê kirina rejîma heyî encax bi hiştina di bin benda ji %10 a HDP’ê pêkan bû. Yanî rejîma heyî hebûna xwe ji tunebûna HDP’ê a di meclîsê de didît. Ji bo wê jî kampanyaya xwe li ser êrîşên dij HDP’ê, provakasyon, qedexe, girtin û erê kirina cizayê namzedên HDP’ê dimeşand. Di civînên weşartî yên çapemeniyê de, li dijî HDP’ê xebatek taybet dimeşand û telîmata ‘di bin bendê de bihêlin’ dida. Dîsan rê li her cûre sûç û kiryaran vedikir. Ji xwe rojek piştî axaftina wî li Pirsûsê hovîtiyek pêk anîn. Ji Serok Komar bigire heya wezîrê wan, hewl dan vê bûyerê bixin sitûyê HDP’ê û pişt re jî ji bo ser bûyerê bigirin hemû derfetên xwe seferber kirin. Lê, dîmenên ku derketin holê carekedin terora AKP’ê raxist ber çav an.

Lêbelê, rexmê van hemû zehmetiyan jî di serî de li Kurdistan û tevahiya bajarên Tirkiyê cisaret û baweriyek mezin derket holê. Bi mîlyonan kesên ku daxwaza demokrasiyê dikirin, şev û roja xwe kirin yek, ji av û nanê xwe kêm kirin û li dijî vê rejîma rewşa awarte, bi awayek bê tirs guherîn û veguherîn qêriyan. Bawerî û hesreta ji demokrasiyê re di vê hilbijartinê de bi awayek zelal derket pêş.

Li dijî faşîzmê yek deng

NU-MANSETHDP, bi xeta xwe ya li ser bingehê têkoşîna azadîxwaz a jinê, bi tifaqa berfireh a kedkar, karker, nasname û baweriyên cûda, gelan, tenane partî bû ku kampanyaya xwe a hilbijartinê bi reng û kelecanê birêve dibir. Li rexmê çewisandin, bê hiqûqî, hîleyan jî di serî de li Cizîrê, Amed, Wan, Îstenbûl, Batman, Îzmîr, Manîsa, Aydın, Edene, hêrsa bi mîlyonan veguherî têkoşînek berfireh. Kesên ku kelecan û berxwedêriya Cizîriyan didîtin, bawer nedikirin ku ew bajêr hatiye wêran kirin û bi dehan kes lê hatine qetil kirin. Helbet ne tenê Cizîr, hemû bajarên ku hatibûn wêran kirin hêrsa xwe bi rengê berxwedanê girêdabûn û digotin ku wan li hemberî zilmê, faşîzmê serî netewand û ew ê netewînin. Helbet girîng e ku ez bibêjim li serê her kolanê tang, toma, kirpî û hwd. di amadebaşê de bûn. Di vê hilbijartinê de ne tenê bend, belku dîwarên ji tirsê jî carekedin hatin hilweşandin. Sendoqên bi hîle yên faşîzmê nekarî li pêşiya vê bibiryarbûyîna gel û baweriya wan bibe asteng.

Encama hilbijartinan ne tenê ne ligor HDP’ê, di heman demê de ne ligor ked û têkoşîna bi mîlyonan kesên ku daxwaza demokrasiyê dikirin bû. Raste şert û merc ne wekhev bûn, ya herê girîng jî Erdogan berê biryara hilbijartinê ji xwe rejîma tek zilamî xistibû meriyetê. Hesabên Erdogan yên hilbijartinê ew bû ku hem di hilbijartinên Serok Komartiyê de di tûra duyem de nemîne, di heman demê de jî di hilbijartina parlementeriyê de AKP di meclîsê de dîsan giraniyê bidest bixe û tifaqa Cumhûr jî ji bo guhertina makeqanûnê û rêjeya zêde bidest

xistin bû. Ji xwe roja hilbijartinan, di serî de li Urfayê, tiştên di raya giştî û çapemeniyê de hat xûyan, dide diyar kirin ka rejîma Erdogan amadekariyek çawa kiribû. Bikaranîna dengên blok (block vote), bi çekan gef li kes xwarin, avêtina pûsolayên HDP û Demîrtaş yên hatine mohr kirin, bikaranîna dengê endamên Artêşa Azad a Suriyê, qetandina torbeyên dengan, dîsan li ber derê dibistanan sekinîna erebeyên ne nas, rastiyek din bû. Helbet li hemberî van hemû zehmetî û gefxwarinan bi hezaran kes xwedî li sendoqan derketin. Birina sendoqan li gundên ku bi kîlometreyan dûr e; (gundên Kurdistanê yên ku HDP’ê herê zêde jê deng digirt) lê, rexmê wê jî gel bi meşê û bi derfetên xwe, xwe gihandin wan deran û dengê xwe bikar anîn. Heya saetên direngê şevê di nobeta dengan de man.

Berfireh kirina ber a demokrasiyê

200618-diyarbakir-hdp-mititng-devam4Di hilbijartinê de çi encam derketibe bila derkeve, li hemberî me Tirkiyek ku veguheriye xirabe û wêraniyê heye ku li benda çareseriyê ye. Hêzên demokrasiyê ne tenê ji bo hilbijartinê, ji bo piştî hilbijartinê jî hewceye hêzeke xurt a birêxistinbûyî derxînin holê. Ji ber ku kê bi ser ketibe bila ketibe, lê îro pirsgirêkên ku hewce bi çareseriya wan heye û li pêşberî me sekinîne hene. Van pirsgirêkan jî encax hêzên demokrasiyê dikarin çareser bikin. Hêzên demokrasiyê çiqas berek berfireh û birêxistinkirî ava bikin, wê ewqas bi lez bi xwe re vîn û hêzek mezin jî derbixînin holê.

Encam ne ligor ked û hêviyên gelên Tirkiyê derket. Lê, ev yek dikare têkoşîna heyî hîn mezintir bike û ji bo pêvajoyek demokratîk derkeve holê, pêdivî bi berxwedanek bi hêz heye. Û li gor encama derketiye hêzên demokratîk, partî, bikaribin kêmaniyên di vê hilbijartinê de û pêvajoya ber bi hilbijartinê ve diçû, derketin pêş, di ber çavan de derbaz bike û ji bo pêşxistina demokrasiyê têkoşînê bide meşandin. HDP di vê pêvajoyê de, di şert û mercên herê bi zehmet de û bi dayîna bedelên giran serkeftinek mezin bidest xist. Ger partiyên muxalîf kêmaniyên xwe yên pêvajoya Erdogan ber bi dîktatoriyê we bir baş nenirxînin û jê ders dernexin, wê vê carê bera êrîşan ne tenê li ser HDP’ê be. Dibe ku dîktatoriya faşîst xwe bi sazî kiribe, lêbelê bi vê têgihiştin û nêzikatiyê nepêkane Tirkiyeya ku bi ewqas pirsgirêkan re dipelpite, bê birêve birin. Hewceye em bizanibin ku ger têkoşîna demokrasiyê nebe, ne pêkane ku Tirkiye ji qeyrana heyî bê rizgar kirin.

Wek HDP bi rengê jinê, dengê azadiyê, çi li meclîsê, çi jî di qadan de, em li ku dibin bila bibin, ji bo demokratîk kirina Tirkiyê têkoşîna me wê bidome. Ji ber ku em bi pirr dengî û rengiya xwe hene. Em ne mehkumê pergala yek zilamî ne. Dîmenên ji xebatên hilbijartinê de derketin, carekedin ev rastî nîşanê me da. Niha dem ne dema îxanetê ye, dem ew deme ku em bi gotina “Berxwedan Jiyane” ala ku ji têkoşînek bi rûmet ji me re mîras maye ber bi serkeftinê ve rakin e.

PaylaşShare on FacebookShare on Google+Tweet about this on TwitterEmail this to someoneDigg thisShare on RedditShare on TumblrShare on LinkedInPrint this page