Rêya ku diçe têkoşîna jin ê

Berjin Tekoşer

  • 15 Ocak 2018

ADELHID-4Adelheid Popp, jina têkoşer li Avusturyayê hatiye dinya yê. Di 10 saliya xwe de dest bi kargeriyê dike û piştî êşên mezin dikşîne şûnde beştarî nav têkoşîna çîna karkeran dibe. Adelheid pirtûka ku qala jiyana wê dike a bi navê “Ciwantiya jineke karker” dinivîse û hewl dide bibe hêviya hemû jinên kedkar yên bindest ku wekî wê ji bo bidest xistina keda destê xwe, dibin şert û mercên herî giran de dixebitin. Her wiha daye nîşandayîn ku êş û keder ne qedera jinên karker û kedkarin, bi hev re bi bilind kirina têkoşînê wê bikaribin vê yekê biguherînin.

Daxwaza ´wekhevî û edaletê´ her tim yek ji daxwazên sereke yên jinan bûn. Di tevahiya dîrokê de gelek jinan ji bo bidest xistina edalet û wekheviyek rastîn têkoşiyan û hîn jî têkoşîna wan bi hemû leza xwe didome. Her wekî têkoşîna Adelheid Popp…

Zaroktiyek bi hezn

Di salên 1800´an de, li Avusturyayê xebat, şert û mercên kar kirinê yên çîna karker pirr bi zehmet bûn. Saetên kar ne kêmê 12 saetan bû. Xerc û mexaricên karkeran ewqas kême ku tenê biqasî ku nemirin û bikarin bijîn e. Dorhêlek xebatê a ku tenduristiya karkeran têk dibe, mijara gotinê ye; ne tenê ji bo jin û zilam an, her wiha ji bo zarok an jî bi vî rengî ye. Tam jî di demeke wiha de, di sala 1869´an de Adelheid Popp di nav malbatek xêzan ku di xaniyek yek odeyî de dijî, çavên xwe li cîhanê vedike. Ew jî wek gelek hem sinê xwe, di 10 saliya xwe de dest ji dibistanê berdide û rojê 12 saetan dest bi kar dike. Dema temenê wê digihe 15 an, êdî gelek kar guhertine û di gelek karên cûda de kar kiriye, gelek caran jî ji bo kar neçar maye ku derî bi derî li pey kar bigere. Li cihê kar heqdestê wê tê birîn, neçarî kar kirina di karê zehmet de dimîne û heta rastê tacîzê tê.

Navê wê wek rêbera jinên karker tê derbas kirin. Di daviya sedsala 19´an de, di demekê de ku cîhan bi ser û biniyek kûr re rû bi rû mabû, li cihekê nêzî Viyana Inzersdorfê, di nav malbatek xwedî pênc zarok de tê dinya yê. Jiyana wê ji bo ku mirov hîn baştir têkoşîn, zehmetî û êşîn çîna karker fêm bike, pirr girîng e. Adelheid qala bîranînên xwe ên pirr bi hezn yên zaroktiyê dike û dibêje; “gelek mirovên ku di nav şert û mercên asayî de mezin dibin, dema jiyana wan derbên bi xedar dixwe, rojên ciwantiya xwe a kêfxweş û dilxweş, bi keyfxweşiyek xemgîn bibîr tînin û dikarin bibêjin; ´xwezî hertişt wek berê baya.´ Lêbelê ez zaroktiya xwe bi hestên cûda bibîr tînim.” Keça biçûk dema hîn şeş salî ye, bavê wê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest dide. Adelheid, xwîşk û birayên wê ji bo ku ji têkoşîna diya xwe a ji bo man û nemanê re bibin arîkar, di temenek biçûk de dest bi kar kirinê dikin. Di sala 1879´an de tevî dayîka xwe, derbasî Viyana dibin.

Sosyalîzm û jiyanek nû

Adelheid PoppAdelheid di dawiyê de, di febrîqeyek mezin de dest bi kar kirinê dike. Ev rewş di jiyana wê de rê li guherînên mezin vedike. Nasîna wê bi rêhevalên sosyalîst yên ku karkeran li dijî pergala patronên kedxwar birêxistin dikin re çêdibe. Rojnameya sosyalîstan ku wan kesan tanî, bi awayek rêk û pêk verdigirt û dixwend. Êdî nêrînên nû diketin nav jiyana wê de. Adelheid Popp wiha qala vê rojnameyê û girîngiya wê a di jiyana xwe de dikir: “Min ewilî yek ser nedikarî gotarên teorîk fêm bikira, lêbelê nivîsên di derbarê êşên çîna karker de min fêm dikirin û têdigihîştim. Her wiha ez fêr bûm ku di bin ronahiya van rastiyan de carekedin qedera xwe jî tê bigihim û ji nû de binirxînim. Ez tê giham ku hemû tiştên dijîm ne gotina xwedê a li ser eniyê ye, berovajî encama newekheviya di nav vê civakê de ye.” Adelheid dîroka tevgera karkeran dixwîne û tiştên ku jê fêm kiriye ji derdora xwe re vedibêje.

Adelheid Popp jî êdî karkerek sosyalîst bû. Êdî pê bawer dike ku ji bo çîna karker ji mêtîngeriyê rizgar bibe, pêwîste têkoşîn bike. Di destpêkê de polîtîkayê wek karê zilam dibîne; ev yek jî ji ber têgihîştina ku di nav civakê de dihat pêşxistin bû.

Rojekê di rojnameyê de nivîsek ku li ser pirsgirêkên jinan hatiye nivîsîn dixwîne û jê bandor dibe. Wek jinek di nav tevgera sosyalîst de, dixwaze tiştekê bike; lê, wê demê siyaseta sosyalîst zêdetir wek karê zilam tê dîtin. Lêbelê rexmê her tiştekê daxwaza wê a têkoşînê dihêle ku beştarî yekemîn civînê bibe. Ew tenane jina karker bû ku beştarî wê civînê bibû û hemû çav bi awayek ecêp mayî zivirîbûn ser wê. Di civîna ku ji bo cara ewil mafê axaftinê girt û axivî de, gotinên “her bijî” bilind bûn û bi çepikan ew pêşwazî kirin. Ji ber ku heya wê demê nehatibû dîtin ku jinek beştarî civînê bibe û baxive. Dovre dema ku beştarê civînê dibe, karker didin diyar kirin ku ew zilameke ku ketiye şikl û pimalê jinekê û diaxive. Ji ber ku ligor wan encax zilamek dikarî wiha biaxive!

Her wiha di demên destpêkê de pirr bala wê dikşîne ku di civînan de kes qet li ser pirsgirêkên jinan nasekine û nake mijara gotinê. Wek kesek ku bi salane kar dike û rewşa jinên karker di nêz de dizane, ji vê rewşê aciz dibe. Ji bo wê jî di sala 1897´an de, di civînekê de ku hejmarek pirr kêm jin beştar bibûn de, diaxive û balê dikşîne ser pirsgirêkên wan, ji jinên sosyalîst daxwaz dike ku guh bidin dengê jinên karker û wan perwerde bikin. Ev yeka han jî bala herkesekê dikşîne û dovre di gelek civînan de wek qiseker beştar dibe.

Têkoşîneke bê rawest

ADELHEID-2Bê guman ev yaka han bala polîs jî dikşîne ser xwe: “Min bala her kesekê kêşabû ser xwe. Rojnameyan qala axaftina ku min kiribû, dikir; polîs, ji ber hin axaftinên min yên di van civînan de, dîsan tevambariyên min yên di mijara mêtîngehî û rastê tundiyê hatina karkeran ku min bi hin mînakan ev tînan ziman, ez vedixwendim qereqol ê.” Bi giştî propagandaya sosyalîzmê dike, lê a herê zêde bala wê dikşîne û xweşa wê diçe, mijara li ser rewşa jinên karker e. Ji ber ku di vê qadê de, derfetên ku behsa ezmûn û tiştên jiyane jî bi dest dixe.

Li ser van mijaran di rojnivîsa xwe de wiha dinivîse: “Ji ber ku min xebatên xwe di bin şert û mercên wiha bi zehmet de dimeşand, rastiya di gotinên min de jî hîn zêdetir xwe bi awayek  zelal dida hîs kirin. Xêzaniya ku min bi xwe jî jiya bû, di her gotineke min de xwe bi awayek herê baş dida der. Dema ku min banga her kes ji bo astengiyên li pêşiya xwe bibohirîne bikeve nav tevgerê dikir, ev nedibû ku hema wiha gotinên vala bana. Ji ber ku min bi xwe jî heman xêzanî, zehmetî, pirsgirêkên madî û tada ku ji hêla ruhî de bi min didan kêşandin, jiya bû û li hemberê van her tim di nav têkoşînê de bûm.”

15 salî ye. Li cihê ku kar dike de rastê tacîza berpirs tê. Dema ku dibîne zilam heman nêzikatiyê li hemberî hemû keçên ciwan raber dike, nikare bisekine, ji kar derdikeve. Bira û diya wê rexmê ku rewşê dizanin jî wê ji ber xweranegirtin û neguhdar kirinê sûçbar dikin. Lê, ew li hemberî jiyanê xwedî nêzikatî bû, tiştên ku wê pê bawer dikirin hebûn. Piştî zehmetiyên mezin li febrîqeyekê kar peyda dike û dîsan dest bi kar dike.

Guherîn û veguherîna jinan

Frauenreichskomitee und niederösterreichischer Landesausschuss 1917Di salên 1890´an de, li Avusturya yê hejmara grevan her ku diçe zêde dibe, her wiha hejmara jinan a beştarbûna van grevan jî hîn zêdetir dibe. Heya wê demê ji bo wan jinan jiyana ku dijiyan, wek qederê bû û ev yaka han jî wisa pejirandibûn. Lêbelê guherîn û veguherîn destpê kiribû. Adelhein Popp di gotinên xwe de balê dikşîne ser rewşa jinê û dibêje: “Jinê, berê wê ev tişt wek daxwazek ji aliyê xwedê de hatiye û lazime bê pajirandin, didît. Mînak tenê çend roj piştî zarok tê dinyayê şûnde, gelek caran jî tenê piştî çend saetan şûnde, di mal de yan jî li febrîqeyê jin neçar bûn dîsan dest bi kar bikin û vê yekê jî dihîşt ku ew bedenê xwe nexweş an jî seqet bibînin, bi demê re jî ev tişt ji bo wan wek hêrs û zordariyê dihat.”

Guherîna di jinên kedkar de hîşt ku Adelheid hîn zêdetir li ser pirsgirêkên jinan raveste. Rexne li rol û mîsyona ku civakê dida jinê verdigirt û dida diyar kirin ku encax azadiya jinên kedkar dikare di civakek sosyalîst de bê çareser kirin. Ji bo ku hîn zêdetir jin beştarî nav têkoşîna sosyalîst bibin dixebitî. Sedema nivîsîna bîranînên xwe jî wiha tanî ziman: ” Sedema ku min pêdivî bi nivîsîna ka ez çawan bûm sosyalîst dît, tenê ji bo kesên ku dilê wan bi daxwaza têkoşînê lê dida, lê baweriya ku wê bi ser bikevin nînbûn û her carekê jî gelek jin ji vê têkoşînê paş de dihêlan bû, dakû carekedin ji wan re bibim hêvî û çavkaniya wêrektiyê. Çawa ku sosyalîzmê ez guhertim û bi hêz kirim, ez di vê baweriyê deme ku heman bandorê li ser kesên din jî bide avakirin.”

Adelheid Popp di sala 1919´an de wek yekemîn parlementera jin tê hilbijartin. Polîtîkaya jinên hemû koman ew destnîşan dike. Di nav van de reformên di mijara zewac, ji bo heqdestek wekhev, wekheviya kar, her wiha di ber çavan de derbas kirina qanûna kurtaj ê jî hebû. Di sala 1933´an de ji ber mezinbûna temenê xwe, xwe ji karên polîtîk dide alî û di sala 1939´an de, di encama xwînrêjiya mêjî de jiyana xwe ji dest dide.

 

PaylaşShare on FacebookShare on Google+Tweet about this on TwitterEmail this to someoneDigg thisShare on RedditShare on TumblrShare on LinkedInPrint this page