Edaleta jinê bû pîvana bihevre jiyanê

Rumet HEVAL

  • 16 Kasım 2017

MANSETDi dîroka gelan de qonaxên mezin û bi heybet qonaxên şoreşan in. Guhertin û veguhertinên civakî, zîhnî, avahîsazî, zanistî di van qonaxan de pêş dikevin û dibin çanda jiyanê. Her gava nû dibe pelek dîrokê û di dîroka gelan de di pelên zêrîn de tên nivîsandin. Di şoreşanda bedelên ku tên dayîn van qonaxan bi mane dikin. Her bedelek dibe mana jiyana nû.

Mana jiyana nû di fikir de dema ku bi cih dibe, êdî gavên şênber û veguhertinên bingehîn pêk tên. Yek ji van şoreşên cîhanê ku mana jiyana nû afirand jî şoreşa Rojava, şoreşa Jinê, şoreşa Vejînê bû. Ev şoreşa bi heybet gav bi gav li per çavên hêzên hegemon, li ber êrîşên zîhniyeta kor ya dijminê jinan, bi berxwedaniya keç û xortên Kur, Ereb û ciwanên enternasyonal pêş ket. Her roja vê şoreşê, her seat û kêliya berxwedanê bi hêviya serkeftinên hîn mezintir dihat meşandin. Lê, di heman demê de, li kêleka vê jî bi hêviya dijminê êrîşker ku pêşiya van pêşketinan dixwest bigire jî dihat asteng kirin. Heya niha ev zemanê hesas û qezencên mezin bi berxwedana civaka netewa demokratîk berdewam dike. Ji wê seata ku dihat gotin “wê Kobanî nekeve” û heya niha her kêliya şoreşê bi ked û hewildanên rêhevalan, şehîdan, qaziyên şoreşê berdewam dike. Ji ber van sedeman ev kêliyên şoreşê dibin çand û maneya jiyana civaka rojhilata navîn û bi taybet ya Rojava.

Parastina ziman û çand

kobane-ozgurluk (14)Em dikarin li ser van gavên şoreşgerî wiha bibêjin: kîjan aliyên jiyanê bi mane bûn? Di destpêkê de xwe parastin bû rêgeza jiyanê ya bingehîn. Parastina Rewa di çeperande, Parastina cewherî di dil û mêjî de, parastina nirx, ziman, çand û yekîtîya gelan jî di tacîdariya civaka netewa demokratîk de şênber bû.

Hiqûqên civaka netewî hatin diyarkirin. Pîvanên bihevre jiyankirinê ji bo civakek bê dewlet lê, civakek berxwedêr çawa ye li ser vê hat rawestin û bû pîvanên jiyanê. Bi taybet jî li ser bingehên edaleta jin pîvanên bihevrebûna jiyanê şênber bûn. Navê van pîvanên civaka bê dewlet bû hevpeymana civakî û nexweşeya rê ya netewa demokratîk bi xweseriya wê eşkere kir.

Pergala hevserokatî di hemû tax û sazî-dezgehan de bû pîvana bingehîn.

Bi hilbijartinên hevserokatiya komînan ev rê û rêbaz di Rojava de cara yekem encamên girîng û bi mane derxistin holê. Cara yekem hemû civaka me ya azadîxwaz û bi taybet jinan di van hilbijartinan de deng dan, hatin hilbijartin û hevalên xwe hilbijartin, her wiha ev bi berxwedaniya şoreşa Rojava re ruh girt û wek encamek wê jî berdewam dike.

Pergala malbatî ya berê û nêzîkatiya jin û zilam ya berê heya radeyeke mezin hatiye derbas kirin. Di nava malbatan de herkes xwedî erk û berpirsiyariyên civaka xwe derdikevin. Ciwan bi erka saziya xwe radibin. Bav bi erka welatparêzî û parastina civaka xwe radibin. Dayik bi erka watekirina jiyanê, parastinê, perwerdeyê, şiyariya hawirdorê, xwedîderketina neslê nû û nirxên şoreşê radibin. Ew malbata dihat rexnekirin di asta veguhertineke lezgîn de ye. Rewşa civaknasiyeke nû derdikeve holê. Hem pirsgirêkên wê zêde ne, hem jî qadên çareseriyê zêde ne. Li ser vê bingehê qada jîneolojî ya hevjiyana azad ji bo çareserî û rênîşandana van mijaran dibe gava yekem ya ku were bidest girtin.

Yegane rê berxwedaniye

MESA JIN-Di heman demê de ji ber êrîş û dextên dijmin yên li ser  civak an, her neteweyek di asta goçberî û feqîriyê de tê fetisandin. Bi hezaran koçber ji warên xwe hatine goçber kirin. Ji ber bêkarî û bêwariyê bi hezaran mirov di nava çadiran de di asta goçberiyê de tên girtin. Rewşa civakî ya demografî hatiye guhertin. Mirov bêcih tên hiştin. Li hemberî dextên goçberî, zilm û zoriya aborî, civakî, çandî, netewî hest û fikrê însanan komkirin, ew rehet kirin û rêya berxwedanî nîşanî civakê dayîn wezîfeya lezgîn a herkesiye. Lêbelê bi taybet di aliyê zanistî de ev rê nîşandan dibe erka jîneolojî ya sereke.

Di qadên şoreşan de pirsgirêkên aborî, parastina hawîrdorê jî mijarên serekene. Jiyan bi hawirdoreke bi tendurustî berdewam dibe. Aborîya komûnal û ya civakî jî bi vê hawirdora bi tenduristî pêş dikeve. Di qadên şer û pevçûnan de, bi qasî dil û mejiyê însanan birîndar dibin ekolojiya van herêman jî birîndar û çor dibin. Herder beyar û vala dimînin, an jî dibin xirbeyên xerabe de wenda dibin. Bi awayeke lezgîn heger ev erdên hatine xerakirin neyên bidest girtin, hem civak nikare debara xwe bike, hem jî berhema ax, avê kêm dibe. Ji ber van sedeman jî bi zanebûnek  rast nêzîkatiya ji bo aborî û ekolojiyê di qada şoreşa Rojava de lazim dike. Derfet û îmkanên herêmê ji herderê zêdetire. Bi pergala kooperatîf û aboriya komûnal û bikaranîna berhemên çandiniyê yên di qada Rojava de, mirov dikare bibêje  şoreşeke din êdî pêş dikeve. Bi rastî jî êdî pênaseya Hîlala Zêrîn li vir bi wate dibe.

Ruhê berxwedan û şoreşê 

MESA JIN ROJAVATê zanîn ku di dema berxwedanî û şerên gelêrî de jin, ciwan, zarok di asta sereke de hem di nava  berxwedaniyê de cih digirin û hem jî gelek pê bandor dibin. Zarokên dema şoreşan çawa mezin dibin, destpêkê behsa çi dikin, lîstokên van zarokan, xeyal û fikrê wan çawa bi reng dibin, di vê herêmê de em dibînin. Ji niha de her zarokek qehremanê dema pêş ya şoreşa xwe ye. Her yek dixwaze kobaniyeke din rizgar bike. Ruhê berxwedanê, şoreşê di zarokan de pêş ketiye. Ji bo ev ruh were parastin û ev xeyalên zarokan pêk werin zanîna dayikan ya dîrokî, tendurustî, aborî, civakî, çandî, ziman, exlaq, baweriyê divê hîn baştir were pêşxistin û li ser bi hezaran mijaran dûbare û dûbare were seknandin. Di demên şoreşan de bi qasî ku qehremanî û fedakariya jinan li pêşe nerihetî û zehmetiyên ku jin dikişînin li pêşe. Nefsiyet an jî psîkolojiya jin di dema şer de, hestên dayikekê di eniya şer de, rastiya pîrikekê ku neviya wê şehîd dikeve, zehmetiyên aborî ku jin jiyan dike, bêderfetiyên jiyanê li ser jin, hemû wek mijarên ku bi kurahî wek rastî û tenduristiya jin li ser werin seknandin in. Ev rewş li pêşiya me weke girêkên kor hatine rawestîn. Fikir û hestên jinan bi giştî jî divê bi nazenînî werin lêkolîn kirin û vekirin. Helbet di dîroka cîhanê de berxwedaniyên jinan yên ku heya rêheval Sarayan hatine, hene. Ev dîrok bi jinên hêja û delal re parvekirin wek erkek bingehîn li pêşiya me rawestiya ye.

Ev xalên ku me anîn ziman û weke van xalan bi hezaran mijar hene ku bi çavê dîrokî, civakî, çandî, aborî, siyasî, bîrdozî, polîtîk, exlaqî divê em lê mêze bikin. Van ji hevûdu derxin. Yek bi yek pênase û şîrove bikin. Navekî hîn xweşiktir, maneyên hîn bedewtir li wan bikin û bi gotinên JINEOLOJÎK bi hevalên xwe re parvebikin. Li gor vê, ev salên şoreşa Rojava bûn salên biryarbûn, sazîbûn, rêxistinbûna xebata akademiya jîneolojî. Şoreşê zanista xwe bi wate kir. Ji dema ku Rêberê Netewa Demokratîk Rêber Abdullah Ocalan behsa zanista jin, “Jineolojî” yê kir û heya niha ev xebat bi şoreşa Rojava şênber bû, bi sazî bû û bê navber berdewam dike. Ji ber vê sedemê em dikarin bibêjin ku zanista şoreşa jinê Jîneolojî ye. Hem bi şoreşê pêş ket, hem jî şoreşa jinê zanista xwe pêş xist.

PaylaşShare on FacebookShare on Google+Tweet about this on TwitterEmail this to someoneDigg thisShare on RedditShare on TumblrShare on LinkedInPrint this page