Civak Bê Parastina Cewherî Nikare Azad Bijî

Ayten Amed

  • 17 Temmuz 2017

Civaka mirovan li ser sê xal ango lingên sereke xwe ava dike. Ev her sê xal yek ji wan bêyî ya dîtir nikare tenê bi sere xwe ji bo pêkhatina civakê têr bikin. Civaka mirovan ji zêdebûn, nîştecihbûn û parastinê pêk tê. Ev xal ne tenê ji bo civaka mirovan ji bo tevahî zindiyan MANSETderbasdar e. Tevahî zindiyên ku di nava xwezayê de hene, pêwîstiya wan bi van her sê xalan heye. Her zindiyên ku di nava xwezayê de hene, her yek ji wan bi cureyekê ango bi şêwazekê parastina xwe dikin û li ser esasê vê parastinê jiyana xwe didomînin. Çawa ku nebat bêyî parastin nikare hebûna xwe bidomîne, di heman demê de lawirek jî bê pêşxistina parastinê nikare hebûna xwe berdewam bike. Dema ku em berê xwe didin cîhana lawiran em bi asanî dikarin bibînin ku di nava civaka lawiran de xweparastin bi qasî civaka mirovan bi hêz nebê jî lê xwedî pergaleke xwe parastinê ne. Yan wê bi şêwazekê xwe biparêzin an jî wê ji aliyê hinek lawirên cuda ve hebûna wan bikeve nava xeteriyê -gelek caran şûna lawiran, mirov jiyana wan dixîne nava xeteriyê- mînaka herî berbiçav yek jî beraz in ku komî jiyana xwe didomînin. Dema em temaşeyî civakbûna wan dikin, em dikarin bi hêsanî bibînin ku pergala xweparastinê bi çi şêwazî pêş dixin.

Dema ku cîhana tevahî zindiyan dibe mijara gotinê, bi teybet di mijara parastina cewherî de ango xweparastinê de mirov qasî ku dikare qala hinek xalên hawbeş bike, di hinek xalan de ya ku civaka mirovan ji van taybetmendiyan cudatir dike heye. Ev xala cuda çiye, jî bo çi û di kîjan xalan de civaka mirovan pêwsîte ji bo parastina civakbûna xwe û parastina xwe xwedî erk ango taybetmendiyeke parastina cewherî be?

Xala ku civaka mirovan ji civaka lawiran cuda dike asta fikirandin û pêşxistina aqil e, ya herî giring jî civakbûyîn e. Bi aqil û civakbûnê re girêdayî ziman e, çand û dîrok e û her wiha nirxên exlaqî ne. Civaka ku mîna civaka mirovan heta dawî xwedî zekâ, di firkirandinê de ti sînoran nas nake, di nava cih û warên tê de nîştecih dibe ne gengeze ku bikaribe hebûna xwe biparêze. Ji bo parastina hebûna xwe, nirxên xwe yên civakî beriya her du xalên din (zêdebûn û nîştecihbûn) pêwîste xwedî bîrokeyeke parastina cewherî be. Heger di vê xalê de amûrên pêwîst pêşnexe û xwe birêxistin neke, zêdebûn û nîştecîhbûna vê civakê bêwate ye. Weke bêwateye, di heman demê de hertim li beramber hereşe ango tehdîtên linavbirin û qirkirinê re wê rûbirû bimîne.

Weke tê zanîn çi di nava civaka mirovan de, çi jî di nava civaka tevahî zindiyan de, di dîrokê de gelek mînakên ku cîvakên bêparastina cewherî darbeyên mirinê (ölumcul) xwarine û li nav çûne, hene. Her wiha bi vî awayî gelek civak ango gel ji holê rabûne û nekarîn xwedî li hebûna xwe derkevin. Her civaka ku bi êrîşên derve re rû bi rû dimîne, heger weke pêwîst xwedî parastina cewherî nebe, ne gengaze bikaribe hebûna xwe bidomîne. Her civaka ku di xala parastina cewherî de ne xwedî pergal be û xwe bi rêxistin nekiribe, ne tenê azadiya xwe ji dest dide, herwiha bi cureyên curbecur yên qirkirinê re jî rû bi rû dimîne.

01_otuDi bin navê parastina civakê de ji despêka dîrokê heta roja me ya îro gelek sazî û dezgeh hatinê sazkirin. Yek ji van ji saziya dewletê ye. Dewlet, di cewherê xwe de qaşo bi armanca parastina civakê pêş ketiye. Lê di roja me ya îro de dema em li rastiya xwe domandina dewletê dinêrin, ne ji bo parastina civakê berovajî parastina civakê saziya herî sereke ya ku civakê diçewisîne, li ser civakê xwe ferz dike, hebûna civakê dixîne nava tengezariyê de rol dilîze. Bi rewşa heyî re, em dev jê bedrin ku dewlet parastina civakê bike, civakê ber bi tinebûn û linavçûnê ve dibe. Di bin navê parastina milî ango netewî, ji aliyê saziya dewletê ve saziya bi navê artêşê hatiye avakirin. Ev sazî jî bi heman hêmanan tevdigere û şûna parastina civakê berovajî, wê çewa civakê bixîne jêr xîzmeta dewletê, wê çawa civakê bi tevahiya şaneyên wê ve bixîne bin xizmeta dewletê, ji bo vê kar dike. Em dema wergerin xala despêke, yanî xalên ku civak xwe li ser diafirîne, zêdebûn, xwe xwedî kirin (pêwîstiyê jîyanî û dabînkirina van pêwîstiyan) û parastin herî zêdetir ji bo civaka mirovan sê xalên devjêneger in. Di vê çerçoveyê de dema ku em li rastiya dewletên serdest, ango desthilatdar dinêrin, em bi hêsanî dikarin bibînin ku dewlet yek ji van xalan ji bo kesên ku wek hemwelatiyên xwe pênase dike, cih bi cih nake. Em dev ji cih bi cihkiina van xalan berdin, bi qasî ku ji dest tê ji bo hemwelatî bi xwe nebin xwedî zanistiya van mafên xwe, di bin navê huqûqê de, di bin navê destûra bingehîn de van mafan şêlû dike û civakê beparastin dihêle. Bêkarî, birçîbûn, bêewlekariya civakê û hwd. pirsgirên ku tên zanîn çavkaniya xwe ji zasiya dewlet û hebûna wê digrin. Wê demê ka li kuderê ma îdeaya ku saziya dewletê ji bo parastina civakê pêk hatiye û aramiya civakê esas digre? Eşkereye ku aramî û ewlekariya civakê ne bi hebûna saziya dewletê, berovajî wê bi esasnegirtina dewlet û tevahî saziyên girêdayî dewletê re derbas dibe. Ji ber ku dewleta ku bi îdeaya parastina civakê derketiye, ji civakê re xîzmet nake, tenê di bin xîzmeta beşeke gelek kêm deye, qet û qet em nikarin vê beşa serdest wekî civak pênase bikin. Li şûna dewlet di bin xîzmeta civakê de be, di roja me ya îro de tevahî civak di bin xîzmeta çend kesên ku dewletê bi rêve dibin de ye. Lê hêjî pê razî nabe. Zêdetir dixwaz e.

Wê demê pêwîste ji bo parastin, hebûn, xwe îdame (berdewamkirina hebûna xwe) kirina civakê li derveyî dewletê, civak bi xwe xwedî pergaleke xweparastinê be. Em di roja me ya îro de vê weke parastina cewherî pênase dikin. Lê mixabin dema tê gotin parastina cewherî ya tê famkirin tenê rêxistina çekdarî ye. Ev ji aliyê dewlet û gelek caran jî ji aliyê civakan ve jî bi vî rengî tê fêmkirin. Ev têgeh gelek caran astengiyan bi xwe re tîne. Heger têne di aliyê çekdarî xwe bi rêxistin kirin têrê bike, wê demê dewletên ku xwedî artêş in, dibe ku berya her kesê/î di vê mijarê de serkeftî bûna. Lê dema em berê xwe didin rastiya dewletên xwedî artêşên herî pêşketî jî, em dibînin ku nikarin parastina civakê ango civakan pêk bînin. Mînaka herî balkêş di vê mijarê de artêşa dagirker ya DYE’ê ye. Ev dewlet bi îdeaya aramî û ewlekariya civakên İraq û Efxanîstanê tevgera dagirkeriya van welatan pêk anî. Ji roja mudaxeleyî van welatan kiriye heta roja me ya îro li derveyî êş, kuştin, qirkirin, talankirin û kuştinên bê hesab tiştek ji van civakan re nekir û nikare bike jî. Ji ber çi? Ji ber ku hêzên dewletger armanca wan ne parastina civakê ye, berovajî çewisandin û tepisandina vîna civakê ye.

Wê demê heger dewlet û tavahî saziyên girêdayî wê û rêxistina çekdarî tenê bi serê xwe têr nake ji bo parastina cewherî, wê demê pêwîstîya civakê bi çi cureyê xwe rêxistinê heye da ku bikaribe xwe li beramber tevahî êrîşên çi çavkaniyên xwe ji derve digre, çi çavkaniyay xwe ji hêzên hundirîn digre, heye?

Dema em vê dibêjin bêguman nayê wê wateyê ku civak bêhêzen çekdar dikarin xwe biparêzin, ango hebûna hêzên çekdar înkar nakim. Ev jî ji bo civakên  li ser wan qirkirin û linavçûn ferz dibe xalekî devjêneger e. Lê tenê bi serê xwe têr nake. Ji bo pêşxistina parastina cewherî. Di serdema îro de civaka ku hêzên xwe ya çekdarî nebe, tikes îtîraf pê nake û nasnake. Lê belê li gel hebûna hêza çekdarî pêwîste di gelek qadên din jî civak xwe bi rêxistin bike da ku temamkerê hev bin. Heger civak tenê parastina xwe bi hêzên çekdarî bixwaze pêk bîne, xeteriya ji aramanca xwe dûrketinê jî wê di nava xwe de hilgire. Ji bo bi xeteriyeke bi vî rengî re rû bi rû nemîne beriya hertiştî dibe ku di tevahî qadên civakê de xwe bi rêxistin bike. Xala herî giIMG_9848rîng bêguman di tevahî qadan de pêşxistina sazî û dezgehên peywîst e.

Di tevahî mijarên ku hêzen ewlekariya dewletê têr nakin, nebes dimînin, nikarin bibin bersiv ji bo ewlekariya civakê, civak bi xwe, bi vîna xwe, xwe bi rêk bixe û bibe bersiv. Civaka bê parastina cewherî ne tenê bi koletiyê re rû bi rû dimîne, her cure bindestî, zordarî û qirkirina çandî jî li ser tê meşandin. Gelek caran tinebûna fîzîkî jî dibe mijara gotinê. Ne gengaze ku bê têgeha parastina cewherî civak bikaribe azad bijî û bide jiyandin. Cureyên civakên bêyîparastin herdem xeteriya li navçûnê li pêşiya wan heye û hebûna wan bê wate dibe, ango di çerçoveya pergala serdest de dibin xwedî jiyaneke civakî kû mirov nikare wê weke rastiya civaka mirovan bipejirîne.

Em dikarin parastina cewherî wek Hêzên Parastina Gel jî bi nav bikin. Ev sazî qasî ku dikare xwe di qadên bejahî de bi rêxistin bike, dikare di qadên mîna gund, bajar û navçeyan de jî bi rêxistin bike. Ya herî rast û saxlem ev bi xwe ye.

Li gel van mijaran di gelek qadên din ên civakê de jî pêwîstiya xwerêxistinkirin û birêvebirinê heye. Yek ji van xalan jî, bilî êrîş û hereşeyên leşkerî, êrîşên çandî ne. Ya ku civakê dike civak çiye? Nirx, rûmet, çand, ziman, huner û hwd. e. Dema ku ji aliyê hezên dijber ve ne bi şêwazên leşkerî bi şêwazên ku em jê re dibêjin şerê sar, yanî helendin û asîmîlekirina çandan pêş dikeve, bê guman di rewşên bi vî rengî de ji bo parastina van mafan weke rêbaz nabe ku civak berya rêbazên din bi kar bîne, yekser serî li rêbazên çekdarî bide. Berya hertiştî xwedî derketin li çand û ziman, derveyî rêbazên leşkerî pêwîstî bi têkoşîna siyasî, çandî û destûrî heye. Dema ku di van mijaran de tevahî rê û rêbazên pêwîst hate ceribandin lê encam negirt, wê demê bi rengekî rewa mafê civakê yê ku bi rêbazên leşkerî xwedî li nirxên xwe derkeve û parastina rûmeta xwe bike çê dibe. Bêguman di rewşeke wiha de divê hêzên parastina gel, rêxistina tax, mîlîs ango parastina cewherî bikeve dewrê.

Rêbertî di vê mijarê dibêje: “Civakên ku ji parastina cewherî mehrûm in, nasnameyên xwe, taybetmendiyên xwe û demokratbûyîna xwe ji dest didin. Ji ber vê sedemê parastina cawherî ji rêbazekî besît a leşkerî zêdetir, parastina nasname û polîtîkbûnê ye.” Yanî civaka bê parastina rewa ne gengaze ku xwedî nasname be.

Xaleke herî esasî ji bo têgihîştina  parastina cewherî; ne şerte ku civak di nava şer ango pevçûneke leşkerî de be. Gelek caran dema ‘parastina cewherî’ tê gotin, wiha fêmdibe qey ku ev xal tenê ji bo civakên ku di nava şerekî fîlî de ne rewacdar e. Berovajî vê qasî ku ji bo civakên di nava şer de ne hewce dike ewqas jî ji bo civakên ku ne di nava şerekî fîlî de de ne jî pêwîstî pê heye. Ji ber ku me di serî de jî diyar kir ku parastina civakê xaleke ewqas girîng e, kes nikare vê ji însafa desthilatdaran, sazî û dezgehên wan re bihêle. Wê demê di her civakê de pêwîstî bi pêşxistin, rêxistinkirin û avakirina yekîneyên parastina cewherî heye. Em ji taxan bigrin heta kolanan, navçe û bajaran pêwîste li tevahiya qadan rêxistinên xwe ava bike da ku bikaribe ji saziyên ku xwe li ser civakê ferz dikin re bibe alternatîf û muhtacê parastina dewleta dagirker nebe.

Civaka li ser van xalan xwe bi rêxistin neke, ne gengaze ku xwe ji qirkirin, tinebûn, bê vînbûn, a herî giring jî hebûna xwe biparêze. Ji ber ve yekê em dikarin bi hêsanî bêjin ku civaka bêparastina cewherî xwe ji hemû cureyên qirkirin, linavçûn, înkarbûnê re vekirî dihêle û di encam de wê mîna gelek civakan di nava dîroka zordestan de mehkûmê wendabûnê bibe.

PaylaşShare on FacebookShare on Google+Tweet about this on TwitterEmail this to someoneDigg thisShare on RedditShare on TumblrShare on LinkedInPrint this page