Armanca êrîşan têk birina vîna azade

Tuğba HEZER

  • 17 Temmuz 2017

Dîroka mirovahiyê bi têkoşîna gelan, kedkar, karker, jin û baweriyan dagirtiye. Ev têkoşîn li gelek cihên cûda, ax û welatên cihê de hatin meşandin. Car caran encama têkoşînê bi dawxaza wan bû, lê hin caran jî berovajî dawxazên wan pêş diket. Rûpelên dîroka JIN-3mirovahiyê bi komkujî, qirkirinan hatiye nivîsîn, lêbelê ev dîrok bi berxwedan û serfiraziyan jî bi barkiriye.

Di van çend salên dawî de, li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn diqewime. Nexşeya Rojhilata Navîn dîsa tê guhartin. Di navenda vî şerî de jî her çar parçeyê Kurdistanê cih digire. Wek her carekê hêzên dagirker ji bo berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn xistine qadeke şer û dixwazin ligor armancên xwe ji nû de dizayn bikin. Bê guman ev rewş ji bo  Kurd an, jinan û gelên bindest pêvajoyeke pirr bi xeter e. Yan vê rê li şereke dem dirêj ku hemû herêmê bigire nav xwe vekin, yan jî  pêşiya gelên xwe cih negirin û bihêlin dîroka xwe bi rengê xwe ji nû de binivîsin.

Înkara gelan û komara Tirkiyê

Em nikarin rewşa Kurdistan û Tirkiyê ji vê pêvajoyê cûda bigirin dest û binirxînin.  Dewleta Tirk xwe li ser pergala netew-devletê avakir. Ji bo dewletê li ser lingan bigirin, bi navê yek netew bijîn, gelek kêm netewe hatin tune kirin, ji komkujiyan re hatin derbas kirin. Gelek caran qala 72 neteweyên cûda li Tirkiyê tê kirin. Lê, ev tenê gotineke ku ji devê dagirkeran de derdikeve. Ka em binirên çend netew, gel û bawerî hiştin? Ermenî jenosîd kirin, Erep, Laz û Çerkez asîmîle kirin, Ezidî bi fermanan û koçberiyê nehiştin, ji xwe aqibeta gelên Suryanî, Asurî, Keldanî tê zanîn. Elevî asîmîle û di komkujiyê de derbas kirin ku hîna jî dikin. Gelê Kurd her carekê bi komkujî, sirgun, asîmîlasyonê re rû bi rû ma. Em dikarin van mînakan zêdetir bikin. Bi kurtasî vê dewletê xwe li ser tek netewî, yek ziman, yek ol û yek al avakir. Li hemberê van nêzikatiyan kê daxwaza maf kir, bi zilma wan re rû bi rû ma. Dewletê diwxest xwe ji gelên din safî bike. Ji destpêka dîrokê heya roja îro, gelê Kurd ji bo mafê xwe yê herê xwezayî daxwaza li hev kirinê ji dewletê kiriye, lêbelê wek her carekê bersiva dewletê komkujiya Koçgiri, Agirî, Zîlan û Dersimê bûye. Bersiva dagirkeran şikenceyên li girtîgehên Amedê, şewitandina gundên Kurd an bû. Lêbelê Kurd jî ligor daxwaza wan serî ber jêr nekirin, berxwedan û têkoşîna xwe sal bi sal mezintir kirin. Birêxistinbûna xwe pêş xistin, saziyên xwe avakirin.

Tirsa herê mezin a netew-dewletê azadiya jinan e. Kurd an paradîgmaya xwe li ser esasê azadiya jinê da avakirin. Jiyan, kar û xebat di pêşengtiya jinê de tê meşandin. Ev têkoşîn ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelan bû. Daxwaz avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û li ser bingehê azadiya jinê birêxistin kirin bû.

Rexmê hemû hewldan û keda ku Rêberê gelê Kurd Ebdullah Ocelan di nav şert û mercên giran yên tecrîtê de da meşandin jî diyalogên çareseriyê bi pêş neket. Di Newroza 2013´an de li Amedê, bi nameya Rêberê gelê Kurd a dîrokî pêvajoyek nû hat destpêkirin. Ev pêvajo heya 2 salan berdewamkir. Li Rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya jinê de rêyeke nû a azadiyê hat vekirin. Li Bakur jî gelên Tirkiyeyî û Kurd di bin heman banî de hatin gel hev û pêvajoyek nû a ji bo siyaseta demokratîk dan destpêkirin. Ev hemû pêşketin ne ligor desthilatdariya AKP´ê û Erdogan bû. Xwestin li Rojhelata Navîn eniyeke Sunnî a xwe dispêre hêzên radîkal û cîhadî avabikin. Erdogan bi xeyalê ji nû de jiyandina dagirkeriya Osmanî, dixwest bibe siltan. Bi vê yekê jî wisa dipa ku pêşiya destkeftiyên Kurdan bigire. Têkoşîna Kurdan a li Bakur û tevahiya Rojhelata Navîn dihat meşandin, ev planên wan vala derxistin.

Hedefa êrîşan têkoşîna jinê bûn

JIN-4Di dema pêvajoya 7 Hezîranê de jî Erdogan digot hema 400 parlementeran derxînim bese ji bo ez bibim Serokê Tirkiyê. Lê, ji dîrokê heya roja îro hemû gelên ku ji aliyê desthilatdariya Tirkiyê we hatibûn înkar û îmha kirin, di bin banê HDP´ê de dihatin gel hev. Ji bo baweriya bi demokrasî, aştî, azadî, mafê kedkar û azadiya jinê dengeke xurt hat bilind kirin û rexmê her cûre zextan jî bi 80 parlementeran ket parlementoyê. Ne tenê Erdogan, di heman demê de hêzên tarî yên di nav dewletê de jî ketin nav tirsê û li dijî eniya xurt a Kurd û gelên Tirkiyeyî, li ser esasê dîsan înkar û îmhaya gelan bûne yek. Ji xwe hîn di dema pêvajoya çareseriyê de, di sala 2014´an de dewletê plana têk birinê xistibû devrê.

Planên xwe ji du hêlan we xistin meriyetê. Ji aliyê Rojava de alikarî dan hêzên dijberê Kur an. Li Bakur jî dest bi şereke kûr kirin. Erdogan ji bo rejîma xwe li ser lingan bigire, hema bêje êrîşeke berfireh a li dijî hemû hêzên dijberê xwe da destpê kirin. Êrîşên ewil jî li dijî jinê û destkeftiyên wê hatin destpêkirin. Ji ber ku Erdogan herê zêde jî jinên azad ji bo rejîma xwe wek xeterî didît. Rola ku ew ji bo jinê erênî dibînin, bêdeng mayîn, serî tewandin û di mal de mayîn e. Ew fêrî bûne ku jin îtaetê wan bikin, bi dengê bilind nekenin û “jina baş” a ku ew dixwazin bin. Ji bo wê jî nekarîn jinên têkoşer yên ku bi dengê bilind banga berxwedanê dikirin û pirr reng bûn. Armanca van êrîşan desteser kirina destkeftiyên 40 salan yên têkoşîna Kurd û jinan bû. Ji ber ku yekane tişta ku ji bo rejîma xwe xeterî didît, ev têkoşîn bû ku roj bi roj mezintir dibû û ji aliyê herkesekê we dihat hembêz kirin.

Piştî hilbijartinên 7 Hezîranê û şûnde pêvajoya çareseriyê bidawî kir, yek ser bera êrîşên xwe da ser Kurd an û hema bêje hemû bajarên Kurdan dorpêç kirin. Jenosîta fîzîkî, çandî û siyasî meşandin. Dad, dadgeh, hiqûq û mafê mirovan ji bo Kurdan qerisandin. Bi feraseta kolonî kirinê ketin bajarên Kurd an. Hezarê Kurd hatin qetil kirin, jin, zarok û pîr… Bajar hatin hilweşandin, gel bi mehan di nav dorpêçê de tî û birçî hîştin. Zarok di bin dengê gule û bombeyan de sal derbas kirin. Di gelek jêrzemînan de bi sedan kes zindî hatin şewitandin. Jinên siyasetvan, têkoşer û pêşengên vê civakê hatin qetil kirin, bedenên wan hatin teşîr kirin. Wek barbaran ketin malan û talan kirin.

Polîtîkayên îmha û înkarê

5Bê human êrîşên ji hêla siyasî de jî bê navber dom kirin. Ji bo wan êdî nema Kurd hebû, dem dema êrîşan û înkarê bû. Muxalifet û ramanên HDP´ê yên tevahiya civakê digirt nav xwe, tirsek mezin bi wan re dabû çêkirin. Bi telîmata Erdogan, AKP, MHP û CHP bûn yek û destnedana parlementerên HDP´ê rakirin. Lêbelê bi her gavavêtin û êrîşên Erdogan re, ew zêdetir tengav dibûn. Siyaseta Kurd ê azad û têkoşîna wî hemû planên dagirkeran vala derdixist. Hêzên mêtînger roj bi roj têk diçûn. Ji bo ku xwe ji rewşa heyî rizgar bike, êrîşên xwe zêdetir dikirin. Piştî darbeya 15 Tîrmehê, (darbeya ku di bin kontrola Erdogan de çêbû) Erdogan rewşa awarte ragihand. Bi fermana (KHK) pergal girte bin kontrola xwe. Her sê hêzên dewletê yên wek, Qanûn çêkirin, rêvebirin û darizandin xist bin destê xwe. Qaşo ji bo darbekaran rewşa awarte ragihandibû, lêbelê faşîzma piştî 7 Hezîranê a li ser Kurdan hat pêş xistin, mezintir bû û hemû civak da berxe.

Hevserok û parlementerên me avêtin girtîgehê. Bi hezaran siyasetvanên Kurd kirin bin çav an û avêtin girtîgehê. Bi dehan şaredariyên Kurdan bi rêya qeyoman hatin desteser kirin. Hemû saziyên ku bi keda salan a vî gelî hatibû avakirin, hatin girtin. Şaredariyên ku bi temsîliyeta wekhev dihat birêve birin, hatin qedexe kirin. 52 saziyên jinan yên girêdayî şaredariyan hatin girtin yan jî foksiyona wan hate guhertin. Navendên wek, atolyeya kedê a jinê, xeta telefonê a ji bo agahî gihandina tundiya li dijî jinê, navendên çandê, stargeha jin û hwd. Dîsan dibistana dayîkê a bi zimanê zikmakî perwerde dida, saziya ziman û çand, saziyên alikariyê, saziyên hiqûqê û komelên gel hatin girtin. Bi vê yekê re jî bi sînor nema, bi hezaran kedkarên şaredariyê ji kar hatin avêtin. Êrîşên li dijî çapemeniya azad û girtina televîzyon û ragihandinên hêzên dijberê rejîmê hat destpêkirin. Bi sedan rojnameger hatin girtin. Hema bêje qadek ku êrîş nebiribin ser nemaye.

Tu kes êdî xwe di ewlehiyê de hîs nake. Teqîn, kuştin, girtin, binçav kirin roj bi roj zêde dibin. Her roj jin di encama polîtîkayên desthilatdariya AKP´ê de tên qetil kirin. Ewlehiya kar nîne û her orj nûçeyên mirina karkeran tê. Zarok bi destê saziyên AKP´ê tên îstîsmar kirin û qanûnên di bin destê AKP´ê de kujer û sûçbaran diparêze. A rast rejîma Erdogan a faşîst û dîktator di pratîkê de hat avakirin, bê hiqûqî û sûç bê nav ber tê meşandin. Ji bo ku rejîma xwe a bê qanûn bi hiqûqê bingehê wê xurt bike, her cûre kar da meşandin û hemû mekanîzmayên dewletê kir bin serweriya xwe. Vê yekê jî têra nekir, Erdogan bi îtîfaqa bi Bahçelî re gaveke nû a li dijî Kurd da destpêkirin. Qanûn bi destê wan hate guhertin, di parlementoyê de ev qanûn bi zext û bê hiqûqiyê hat erê kirin. Xwestin referandom pêk vere û ji bo ku erê derkeve jî di nav du mehan de her cûre êrîş li dijî Kurd, Elevî, hêzên demokrat û jinan pêk anîn.

Têkoşînek ji pêta agir

8 MART  - SILOPI - BASKANLê, rexmê hemû zextan jî jin û gelê Kurd tu caran gav paş de neavêt. Dengê têkoşîna jinê di 8 Adarê de li tevahiya Kurdistanê hat belav kirin. Ev têkoşîn wek pêtek ji agir bû ku li Kurdistanê bigire heya metrepolên Tirkiyê hat belav kirin. Jin bi rengê xwe û dengê xwe qadên mîtîngê tije kirin. Dengê ku ji 8 Adarê bilind bû, bû pirek xurt ji bo Newroz ê. Piştî hemû êrşên ku li  Surê pêk hatî, bê ku bitirse an jî gav di paş de bavêje, gel xwedî li vîna xwe derket. Li Cizîrê komkujî, şewitandin û hilweşandin pêk hat, lê dîsan jî nekarîn vîna wan a ji pola têk bibin û bi 10 hezaran bi yek dengî banga azadiyê diqêran. Bi yek gotinê dîsan xwedî li berxwedana Mehmet Tunç, Sêvê, Pakîze û Asiye Yuksel an derketin. Kurdistan piştî du sal zilm û zûrê jî tiştek ji gotina xwe kêm nekir, serê xwe berjêr nekir. Hemberê zilma dehakan, dengê xwe yê ´Na´ bilind kirin. A ku li Kurdistanê bin ket faşîzm bû û Erdogan jî ev rastî di referandomê de pirr baş dît. Ji bo vê jî dîsan ketin nav plan û lîstokên qirêj û li ser encamên hilbijartinan lîstin, yek ser ji bo vê yekê jî YSK xistin devrê. Herê zêde jî dengê ´Na´ li bajarên ku bi mehan di bin dorpêça wan de man, derket. Her der bi dengê ´Na´ hatibû dorpêç kirin ku ev rastî jî qet bi kêfa wan nediçû. Bi taybetî jî ev encam bi destê jinê derbas bû. Jinan bi yek deng û ruhî digotin Êdî bes e!

Zextên li Kurdistanê îro jî didome, zarok di xew de tên kuştin, gund têne dorpêç kirin û bombebaran kirin. Îşkence bê hed û hesab e. Armanc jî ev e ku Kurdistanê bê Kurd û dîrok bihêlin. Ji bo wê ye ku îro bajarên qedîm yên Kurdan hildiweşînin. Encax bi têkoşîna jinê dikare dawî li faşîzma Erdogan û  şerê li Rojhelata Navîn bê. Dema ku em îro dinêrin herê zêde jin di hedefa van êrîşên bê perwa de ne, ji bo vê jî têkoşînek her alî a jinan ya li dijî faşîzmê pirr girîng e. Bi salan li ser Kurdan polîtîkayên têk birinê dan meşandin, lêbelê ne Kurd qediyan û ne jî ji armancên xwe zivirîn. Ji her rojekê zêdetir hêz û baweriya wan zêdetir bû. Ne tenê ji bo xwe, di heman demê de rê ji hemû gelên din yên bindest re jî vekirin. Tevgera azadiya jinê îro li tevahiya cîhanê mînaka herê ber bi çav e. Îro di pêşengtiya jinê de li tevahiya Rojhelata Navîn tovên şoreşê tên belav kirin. Şoreşa ku bûye navê qehremanî û rastiya jina Kurd.

PaylaşShare on FacebookShare on Google+Tweet about this on TwitterEmail this to someoneDigg thisShare on RedditShare on TumblrShare on LinkedInPrint this page